PDK û YNK: “Edî em heman xetayan nakin!”

PDK û YNK: “Edî em heman xetayan nakin!”

PeyamaKurd- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihandin ku êdî ew xetayên berê nakin.

PDK û YNK îro bi koalîsyona Erebên Sûnnî re li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê, her du partiyan daxuyaniyeke hevpar kirin û ragihandin ku ji bo avakirina hukûmetê em ê bi aliyên dî re jî biaxivin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Divê ku hukûmeta nû, li ser soz û peymanên siyasî were avakirin. Êdî em xetayên berê nakin û li derveyî makezagonê tevnagerin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin