PeyamaKurd - Piştî civîna şanda bilind a PDKê bi YNKê re herdu partiyan li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev kirin.
Di civîna rojnamevanî de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Berzanî ragihand, êdî tenê pratîka kabîneya 9an maye.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) rêkeftina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê îro piştî civîna li Silêmaniyê îmze kirin.
Şandên danûstandinkar ên PDK û YNKê li ser çawanî û dabeşkirina postên di kabîneya nû ya Kurdistanê de li hev kirin û piştî rêkeftinê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Giştî yê YNKê Kosret Resûl bi merasîmekê rêkeftin îmze kirin.
Nêçîrvan Barzanî got, 'PDK, YNK û Goranê li ser avakirina hikûmeta nû li hev kirin. Em hêvî dikin ku ev Kurdistanê ber bi rojên baş ve bibe.'
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin