PDK, YNK û Nifşê Nû dengê ‘Erê’ didin kabîneya Elî Zeydî

PDK, YNK û Nifşê Nû dengê ‘Erê’ didin kabîneya Elî Zeydî

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê sibe 14ê Gulanê li saet 16:00 ji bo dengdana bawerîdana kabîneya Elî Falih Zeydî dicive.

Partiyên sereke yên Kurdistanê PDK, YNK û Nifşê Nû ragihandin ku ew ê beşdarî rûniştinê bibin û dengê "erê" bidin kabîneyê.

Li gorî peymanên siyasî, PDKê wezaretên Derve û Avedankirinê, YNKê Wezareta Dadê bi namzediya Xalid Şiwanî û Tevgera Nifşê Nû jî Wezareta Jîngehê bi namzediya Sirwe Ebdulwahid wergirtine.

Tevî ku PDKê piştrast kiriye ku ew ê her du wezaretan wergirin, hîn namzedên xwe yên fermî diyar nekirine.

Mercên partiyên opozîsyonê

Li aliyê din her sê aliyên din ên Kurd; Tevgera Helwest, Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgeriyê ku xwediyê 10 kursiyan in, hîn biryara xwe ya dawî eşkere nekirine.

Serokê Fraksiyona Helwestê Dr. Rêbwar Kerîm destnîşan kir ku mercên wan hene û daxwaz dikin ku bernameya hikûmetê di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de be.

Van partiyan daxwaza wezaretekê kirine û diyar kirine ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin, civînên wan ên ji bo beşdarbûn an nebeşdarbûna rûniştina parlamentoyê dê berdewam bikin.