PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî di ser hesabê PDKI yê medya civakî de ragihand ku li Îranê hîç kesek nikare li welat mafên milletên din piştguh bike û li Tehranê hukumetekî navendî deyne.
Hîcrî di dewama axaftina xwe de got ku li Îranê milletên cûr bi cûr hene û hişyarin, bo mafên xwe têdikoşin û heya mafên xwe bi dest bixin, wê nerawestin. Em bi wan re ne û em amade ne bi hêzên hundir û yên derve yên pêşverû re hevkariyê bikin.
PDKI di beyana xwe ya berê de jî ragihandibû ku weka rêvebiriya PDKIyê destekê didin pêla çalakiyan ya li Îranê û gotibû ku divê temamê sinifên civakî heya nebin yek û ji rejîma sûcdar rizgar nebin, wê komara Îslamî xelkê biperçixîne.