PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê, peyamek belav kir ji ber êrîşa terorîstane ku yekî bi kemyonekê xwe li nav wê girseyekê qelibandibû û di encamê de bûbû sedema qurbaniya 15 kesan û birîndarbûna 35 kesan, şeva sersalê li bajarê New Orleansê.
Di daxuyaniya Partiyê de ya li ser hesabê wê yê Xê weha hat gotin:
“Em êrîşa terorê ya hovane ya li dijî sivîlan li New Orleans, DYE şermezar dikin. Em sersaxiyê ji hikûmet û gelê Amerîkayê û malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwazin. Ev êrîş tîne bîra me ku DAIŞ hê jî metirsî ye.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê, li binê vê peyama xwe, Konsulxaneya Giştî ya DYAyê ya li Hewlêra paytext jî destnîşan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin