PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Ukrayna amarên dawî belav kir û diyar kir, kuştinên sivîlan li Ukraynayê pir zêde bûye.
Wezareta Tenduristiya Ukraynayê destnîşan kir: “Di sê rojên borî yên êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de, 193 hemwelatiyên sivîl hatine kuştin û nav wan de 3 jî zarok in.”
Rêxistina Mafên Mirova ya Netewên Yekbûyî jî eşkere kir: “Ji ber wan aloziyên li Ukrayna hene, heta niha herî kêm 25 kesên sivîl hatine kuştin û 102 kesên din jî birîndar bûne.”
Netewên Yekbûyî diyar kir, amarên berdest ên destpêkê ne û bendewarî heye hejmara qurbanan gelek zêde bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin