Ji Tirkiyê daxuyaniya yekem dewriyeya hevbes a bejahî

Ji Tirkiyê daxuyaniya yekem dewriyeya hevbes a bejahî

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê dewriyeya hevbeş a hêzên bejahî de ku ligel Amerîkayê îro cara yekem di çarçoveya herêma ewle de pêk anî, daxuyanî da.

Îro danê sibê wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirkiyê derbasî sînorê Rojavayê Kurdistanê bûn û li wir ligel hêzên Amerîkî dest bi dewriyeyên leşkerî kirin.

Hat ragihandin ku dê dewriyeya navborî ji dorûbera Girê Spî ber bi başûrê sînor ve heta danê nîvro berdewam bike.

Di daxuyaniya MSBê de wiha hat gotin:

 "Di çarçoveya pêkanîna herêma ewle li bakurê Sûriyê û Rojhilatê Firatê de; karmendên Amerîka û artêşa Tirkiyê bi beşdariya wesayîtên bejahî û firokeyên bêmirov yekem dewriyeya bejahî ya hevbeş li başûrê Akçakale (Girê Spî) û aliyê Sûriyê dest pê kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin