Pêsmerge ber bi Xurmatû û Fellûce de neçûye

Pêsmerge ber bi Xurmatû û Fellûce de neçûye

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge Cebbar Yawer ragihand ku rast nîne pêşmerge ber bi Xurmatû û Fellûce de çûye. Ev ragihandin bi sedema ku hinek çapemenî û hesabên medyayê belavkirine ku pêşmerge ber bi Xurmatû û Fellûce de çûne, hat kirin.

Cebbar Yawer di mijarê de beyanek da û weha got:

“Hinek çapemenî dibêjin ku hêzên pêşmerge xwe li ser sînorê Xurmatû daniye û 2 yekîne jî ber bi Fellûce de ketine nava tevgerê:Ev agahî ne raste û em weke wezareta pêşmerge vê agahiyê red dikin. Ti yekîneyeka pêşmerge neketiye nav tevgerê û fermaneka weha jî nîne. Hemû yekîneyên pêşmerge li baregehên xwe ne.”

Yawer got heya wezaret bi awayeka fermî bo we nûneyan ranegihîne, bi yên din baweriya xwe neynin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin