Rûsya: Heta Esed deshilatdar be ti reforman nake

Rûsya: Heta Esed deshilatdar be ti reforman nake

PeyamaKurd – Ev demeke di medya rûsî de bi zarê rayedarên deshilatdariya Rûsyayê rexneyên tund li rêveberiya Beşar Esed a Sûriyê têne kirin ku Şam jî bi rêya ragihandinê wê şerê medyayî didomîne.

Ji aliyekî ve jî rayedarên Rûsyayê helwesta Rûsyayê ya derbarê Esed de bi kontrol birêve dibin.

Li gorî nirxaneke medya Rûsî ya nivîskarê lêkolîner ê rûsî Zaur Karayev ku ji Svobodnaya Pressa re nivîsandiye, heger rewşa heyî berdewam bike û reform li Sûriyê neyên kirin, wê hilweşîna rejîma Esed zûtir pêk were.

Zaur Karayev di gotara xwe de dibêje, “Moskow pir baş dizane ku heta malbata Esed li ser kar be, ti reformên cidî nayên kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin