PeyamaKurd - Fraksiyonên kabîneya nehemîn a hikûmetê pêkanîne, li hev kirin ku bi hevbeşî proje û pêşniyaran pêşkeş dikin û ji bo wê jî odeyeke hevbeş dê pêk bînin.
Serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw ragihand: ‘’Fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê ew ên ku beşdarî kabîneya nehemîn bûne, li gel yek rêkeftin ku di vê dema yasadanînê de bi hevbeşî li gel yek projeyan pêşkeş bikin.’’
Herwiha Xoşnawî got: ‘’Di demeke nêzîk de endamên wê odeyê dê bên pêkanîn, ku fraksiyon li gel yek projeyan pêşkeş bikin.’’
Ev hewldan bo wê yekê ye ku ew projeyên di berjewendiya giştî de ne û girîng in, bi hevbeşî bên derbaskirin. Bi taybet ew projeyên ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve ji parlamentoyê re tên şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin