PeyamaKurd - Fermandariya Biryargeha Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wan li Yemenê li herêmên di bin kontrola Hûsiyên girêdayî rejîma Îranê "êrîşên parastinê" pêk anîne.
CENTCOMê di derbarê êrişê de li ser platforma medyaya civakî Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku CENTCOM'ê li dijî navendên mûşekên balîstîk ên Hûsiyan ên ku pê êrişî keştiyên bazirganiyê dikin wek gefeke nêzîk, "êrîşên parastinê" pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş ji bo "parastina azadiya gerûgeşt û ewlekirina avên navneteweyî ya ji bo hêzên deryayî û keştiyên bazirganî yên DYA û hevpeymanên wê hatiye pêk hanîn.
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku yek ji mûşekan li keştiya konteynirê M/V MSC SKY II ya Swîsreyê ya bi ala Lîberyayê ketiye û di keştiye de xesar pêk hatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin