PeyamaKurd - Li gundê Qumqela yê bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, hin kesan gule li xaniyê malbatekê reşandine û di encamê de ji wê malbatê 3 kes hatine kuştin û zaroka malbatê ya 7 mehî jî birîndar bûye.
Hate ragihandin ku hêrişkar çûne nav mala wan û bi çekên wek kalaşnîkof û demançeyan gule li dayika bi navê Meryem Şêxepûr, kurê wê yê bi navê Amanc Mandgar û bûka wê ya bi navê Hellale Kurdeyê reşandine.
Li gor zanyariyên ji şêniyên gundê Qumqelayê hatine wergirtin, Meryem Şêxepûr, Hellale Kurdeyê û Amanc Mandgar jiyana xwe ji dest dane û Zaroka Amanc Mangdar û Hellale Kurdeyê ya 7 mehî jî bi guleyên hêrişkaran birîndar bûne û ew henartine Nexwşxaneya Mehabadê.
Li aliyê din, Rêveberê Dadê yê Parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Nasir Etabetî jî di derbarê bûyerê de ragihand ku wan dest bi lêkolînan kiriye.
Nasir Etabetî da zanîn ku tîmeke pispor li ser wê bûyerê kar dike û hêzên ewlehiyê jî li dûv desteserkirina gumanbaran in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin