PeyamaKurd- Seroka Rêvebiriya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed got ku em ê li paytexta Sûriyê li Şamê û hinek bajarên dî jî nûnertiyê vekin.
Seroka Rêvebiriya Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ahmed ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku em ê li Şam, Lazkiye, Humûs û Hamayê nûnertiyê vekin. Em bawer dikin ku pirsgirêka Sûriyê, tenê bi rêyên demokratîk wê were çareserkirin.
Îlham Ahmed wiha berdewam kir: Me hinek muxalefeta Sûriyê ya li Tirkiyê jî vexwende kongreya xwe. Lê belê ji ber ku Tirkiyê nehişt, ew jî nehatin. Li cihên ku nûnertiya me tune ye, em ê nûnertiyê vekin û giraniyê bidin ser dîplomasiyê.
Li ser mijara Tabqayê, Ahmed got ku tenê muxalif li dijî me propagandayê dikin. Me Tabqa teslîmî ti kesî nekiriye. Tenê ji ber ku em dixwazin pêwendiyên xwe bi Sûriyê re zêdetir bikin, me kongreya xwe li Tabqayê kir. Ji ber ku Tabqa nêzîkî Şamê ye, me ew der tercîh kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin