Li Îdirê ku HDP bi ser ketiye heta 15 rojan xwepêsandan qedexe ne

Li Îdirê ku HDP bi ser ketiye heta 15 rojan xwepêsandan qedexe ne

PeyamaKurd - Li bajarê Îdirê ku di hilbijartinan de HDPê bi ser ketiye heta 15 rojan hemû cure xwepêşandan hatin qedexekirin.

Li bajarê Îdirê yê bakurê Kurdistanê, piştî îtîraza li ser encamên hilbijartinanên herêmî, 70 sindoq ji nû ve hatin jimartin lê encam neguherîn û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ket.

Li gorî encamên teqez ên nefermî namzedê HDPê Yaşar Akkuş bi ser ket û bû şaredarê nû yê Îdirê.

Walîtîya bajêr li bajarê ku di hilbijartinan de HDPê bi ser ketiye heta 15 rojan xwepêşandan qedexe kirin.

Namzedê HDPê Yaşar Akkuş li gor encaman destpêkê yên nefemî yên di 31ê adara 2019an de bi rêjeya % 50.10 serokatiya şaredariyê bidest xistibû. Li Îdirê li ser îtiraza MHPê deng car din hatin jmartin, lê 17 dengên HDPê zêde bûbûn.

Demek berê li bajarên Wanê û Mûşê jî hemû cure xwepêşandan hatibûn qedexekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin