Îranê dest danî ser kestiyeke Îmaratê

Îranê dest danî ser kestiyeke Îmaratê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê dest daniye ser keştiyeke Îmaratên Erebî bi hinceta ku dabeziyaye nav avên Îranê.

Li gorî ragihandina rêveberiya Tehranê, Hêzên Deryavaniya Îranê dest danîne ser keştiyeke Îmaratê tevî xebatkarên di nav de.

Wekî sedema destdanîna ser keştiyê jî dabezandina avên Îranê hatiye nîşandan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja duşemê jî di navbera Îmarat û Îranê de li ser deryayê alozî derketibû û bi guleyên hêzên peravên Îmaratê 2 masîgirên îranî hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin