Pêsmerge û hevpeymaniyê binkeyên DAISê yên li Mexmûrê bombardiman kir

Pêsmerge û hevpeymaniyê binkeyên DAISê yên li Mexmûrê bombardiman kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 8ê Adarê danê sibehê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi piştevaniya hêzên Pêşmerge, çeperên terorîstên DAIŞê yên li çiyayê Qerçûx yê Mexmûrê bi tundî bombardiman kirin.

Li gorî zanyariyan, balafirên şer ên hevpeymaniyê derbên giran li terorîstên DAIŞê xistine ku bombardimaneke tund li ser terorîstan hatiye kirin.

Berpirsê liqa PDKê li bajarokê Mexmûrê, Kirmanc Ebdullah derbarê wê êrîşê de ji BasNewsê re gotiye, firokeyên şer yên hêzên hevpeyman bi alîkariya hêzên Pêşmerge penageh û çeperên DAIŞê yên li çiyayê Qereçûxê bordûman kirin.

Kirmanc Ebdullah got, çend helîkopter li nav gundên Çargoman, Berdî Spî û Elîreşê danîne ku operasyon didome.

Berpirsê PDKê da zanîn, operasyona han bi hemahengiya di navbera Pêşmerge, hêzên Iraqî û hevpeyman de tê meşandin û devera hatiye bombardimankirin, di bin kontrola hêzên Iraqî de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin