Li Rojavayê Kurdistanê 32 kesên din tûsî Koronayê bûn kesekî jî can da

Li Rojavayê Kurdistanê 32 kesên din tûsî Koronayê bûn kesekî jî can da

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Rêveberiya Xweser 32 kesên din bi Koronayê ketin, kesekî jî ji ber wê can da.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa îro Sêşemê 25ê Tebaxa 2020an, amarên nû yên li ser Koronayê belav kir.

Li gor Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de, 32 kesên di bi vîrusa Koronayê ketine, 14 ji wan zilam in û 18 kes jî jin in.

Herwiha li gor daxuyaniyê, 8 kes li Hesekê, 12 li Qamişlo, kesek li Rimêlanê, kesek li Girkê Legê, 5 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê û 3 kes jî li Şehbayê bi Korona ketine.

Ciwan Mistefa herwiha got, herî dawî kesekî din ji pêketiyên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê can daye, zilamekî kal û ji Hesekê bûye.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, di 24 saetên borî de, 8 kes ji nexweşên Koronayê jî li navçeyên wan baş bûne û bi vî awayî hejmara giştî ya kesên ku heta niha baş bûne, gihîştiye 74 kesan.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 394 kes bi Koronayê ketine, ku 26 kesan jî ji wan can dane.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin