Stoltenberg: Em li ser endîseyên Tirkiyê yên ewlehiyê axifîn

Stoltenberg: Em li ser endîseyên Tirkiyê yên ewlehiyê axifîn

PeyamaKurd – Piştî civîna îmzekirina protokola endamtiya NATO yê ya Îsweç û Fînlandiyayê sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ragihand ku ew li ser ewlehiya di navbera hevkarên NATO yê de yên li dijî terorê rawestiyane û li ser endîşeyên Tirkiyê rawestiyane. Stoltenberg ragihand bi fermî pêvajoya endamtiya her dû welatan destpêkiriye û bi wezîrên karên derve yên Îsweç û Fînlandiyayê re derketin ber çapemeniyê. Stoltenberg weha got:

“Îro ji bo Îsweç, Fînlandiya û hevkarên NATO û Awrûpa-Atlantîkê rojekî dîrokiye. Me behsa endîşeyên Tirkiyê yên ewlehiyê kir. Havkarên din jî ji êrîşên terorê pir kişandin lê endîşa Tirkiyê bêhtir heye. Endîşeyên Tirkiyê yên rewa hene. Em di civînê de bi taybetî li ser endîşeyan sekinîn. Paşî em li ser muxtira hevpar ya navbera Fînlandiya, Îsweç û Tirkiyê rawestiyan. Wezîrên karên derve yên Îsweç û Fînlandiya diyar kirin ku ew temînatê dane Tirkiyê.”

Wezîrê karên derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto di civîna çapemeniyê de weha got:

“Me di muxtirayê de ji bo temamê endîşeyan yên ji aliyê Tirkiyê de hatin gotin ku teror û PKK di nav de, me bersiva Tirkiyê da. Wê çi pêngav bavên avêtin hatin destnîşankirin. Ez difikirim ku li ser vê lihevhatina me, em dikarin pêşbikevin û endîşeyên Tirkiyê ji ortê rakin.”

Wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Linde got ku di muxtirayê de lîste an jimar tineye. Di hevdîtinên Madrîdê de behsa jimar an lîsteyê nehat kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin