Serokwezîr Barzanî, ligel Parêzgarê Urmiyê hevdîtin kir

Serokwezîr Barzanî, ligel Parêzgarê Urmiyê hevdîtin kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel Parêzgarê Urmiyê hevdîtin kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de hem rewşa siyasî hem jî rewşa geşt û guzariyê ya herdu aliyan hatiye nirxandin.

Li gorî agahiyên li ser hevdîtina îro hatin dayîn, Serokwezîr Mesrur Barzanî û Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemedyan civiyane û Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Nesrulla Reşnûdê jî beşdariya civînê kiriye.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî hatiye rawestandin û bi taybetî jî qala pevguhertina bazirganî û asankariyên çûnehata geştiyaran hatiye kirin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, yek ji mijarên civînê jî encamên neyînî yên keşûhewayê û pirsgirêka kêmbûna avê ya bi rêya sûdwergirtina hevbeş a ji jêderên avê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin