PeyamaKurd - Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, hunermendekî kurd, ji ber ku stranên kurdî gotiye û kincên kurdî li ber kiriye, bi lêdana 100 qamçiyan û 2 sal zîndan hat mehkûmkirin.
Malpera Hengaw ragihandiye,hunermendê kurd Peyman Mîrzazade, ku meha borî bi tohmeta gotina stranên kurdî yên şoreşgerî û li ber kirina kincên kurdî yên pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê, hatibû girtin, bi du sal zîndan û lêdana 100 qamçiyan hat mehkûmkirin.
Li gorî agahiyan, duhî 100 qamçî li wî hunermendê kurd hat dayîn. Vêca ew hunermendê kurd dê du salan jî di zîndanê de bimîne.

Peyman Mîrzazade
Hunermend Peyman Mîrzazade, ku xelkê gundê Gengeçîn yê Ormiyê ye, payîza 2017 jî bi heman tohmetan hatibû girtin û bi 6 meh zîndan hatibû mehkûmkirin. Peyman îsal zivistanê jî hatibû girtin û bi kefaleta 300 milyon tûmen hatibû berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin