PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî, Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyar kir û got ku divê Amerîka li gorî peymanê bimeşe. Heke Amrîka xwe pişt Peymana Çekên Nukler bide paş, hinek encamên xirab wê rûdên.
Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî beşdarî weşana zindî ya televîzyona Îranê bû. Rûhanî gef li Amerîkayê xwarin û got ku “Heke Qesra Spî berpirsên xwe neîne cih, em ê jî bersiveke hişk bidin wan. Kî îxanetê li peymanê bike û soza xwe neîne cih, ew ê cewabeke tund jî bistîne.
Heke ev peyman betal bibe, Amerîka niyet dike ku dorpêça aborî li ser Îranê hişktir û bileztir bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin