Pevçûna nav kolana Cizîrê li nexwesxanê li besa Lezgîn jî dewam kir

Pevçûna nav kolana Cizîrê li nexwesxanê li besa Lezgîn jî dewam kir

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrê li taxa Şaxê du malbat li ser belavkirinên medya civakî pevçûn.

Ji malbatan 2 kes niqaşê kirine û paşî bi tevlîbûna mirovên wan bi dar û keviran li hev xistine. Piştî mudaxele ya hêzên asayîşê birîndaran birine nexweşxanê beşa lezgîn.

Li nexweşxanê her dû teref car din dest bi şer kirine û polîklînîka lezgîn ya nexweşxanê bûye seha pevçûnê. Çi bi destê terefan ketiye avêtine hev. Polîs û ewlehiya taybet ya nexweşxanê mudaxeleyê navbera wan kirine, wan ji hev veqetandine lê alavên nexweşxanê gelek zerarê dîne.

Gelek nexweşên ku ji bo derman çûne nexweşxanê dev ji nexweşxanê berdane û çûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin