Pir a Komirxanê bi tunela xwe ve temam bû

Pir a Komirxanê bi tunela xwe ve temam bû

PeyamaKurd – Pira Komirxanê ku bajarên Kurdistana Bakûr ya Xarpêtê û Meletiyê bi hev re girêdide avakirina wê temam bû û ket xizmeta milletê. Pir û tunel li ser ava Firatê li ser Bendava Çunguşê ava bû. Maliyeta pirê li dora 100 mîlyon dolariye. Di sala 2014 an de dest bi avakirina pirê û tunelê kiribûn û niha temam bû.

Dirêjahiya pire 600 metreye û ji aliyê wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn Adil Karaismailoğlu de bi merasimekî hat vekirin. Wezîr weha got:

“Dirêjahiya pirê û tunelan bi temamî 5.155 metreye. Dirêjahiya pire 600 metreye û ya tunelan 2.400 metreye. Hesinê pola yê di tunelan de hatiye bikaranîn weka yê Barûya Eyfelê ya Parîsê ye.”

Pir û tunelên Komrixanê 16 bajarên Kurdistanê bi hevre girêdide. Ji alîkî de diçe Meletiyê û li aliyê dinê diçe heya Çapaqçûr, Bedlîs, Mûş û Wanê. Heman rê li aliyekê bi Diyarbekirê de diçe û li aliyê dinê diçe heya Dêrsim, Ezirgan û Erzeromê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin