Pîransar | Rejîma Îranê kolberek birîndar kir

Pîransar | Rejîma Îranê kolberek birîndar kir

PeyamaKurd – Kolberê bi navê Ebdullah Marûfî yê ji Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê, dema ku li çiyayên Pîranşarê karê kolberiyê dikir bi destên hêzên çekdar ên Îranê ve bi giranî birîndar bû. Sê gule lê hat reşandin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, hêzên çekdar ên Îranê şeva çarşemiyê, doh (11.12.2024) li çiyayên devera sînorî ya Se Çomanê a bi ser parêzgeha Pîranşarê ve, kolbrê kurd ê ji gundê Gazgaskê yê Pîranşarê gulebaran kirine û birîna wî xedar e.

Li gor zanyariyên Hengawê, ew kolber bêyî ku bê hişyarkirin bi kalaşnîkovê hatiye hedefgirtin û gule li zikê, ling û destên wî ketine.

Li gor zanyariyên Hengawê, Ebdullah Marûfî rakirine nexweşxaneya nû ya Pîranşarê.

Hengaw tekez dike ku Ebdullah Merûf zewicî ye û bavê du zarokan bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin