PeyamaKurd – Rêxistina Fonda Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji bo Lubnanê ku bi krîzeke siyasî û aborî re rûbirû bûye, hişyariya têkçûna pergala belavkirina avê da ku wê bandorê li ser zêdetirî 4 milyon kesan bike.
UNICEFê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kiriye ku heger pergala belavkirina avê neyê temîrkirin wê krîzeke mezin a bêaviyê derkeve holê.
Herwiha UNICEFê destnîşan kiriye ku wê di nava mehek û nîvê de pergala belavkirina avê li Lubnanê hilweşe û milyonek penaber jî di nav de 4 milyon kes rûbirûyî krîzeke mezin a bêaviyî bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin