Pistî du meh û nîvan qedexe hatin rakirin, gestên navxweyî dest pê kirin

Pistî du meh û nîvan qedexe hatin rakirin, gestên navxweyî dest pê kirin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê îro 1ê Hezîranê qedexe hat rakirin û cafe, restoran car din vebûn û geştên navxweyî dest pê kirin.

Li Tirkiyê bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve bi dawî bû û qedexeya çûnûhatine ku ev demek di meriyetê de bû hat rakirin. Piştî biryarê li otogaran û rêyên serekî qelebalixiyeke berbiçav hat xuyakirin.

Di çarçoveya asayîkirina jiyanê de mekanên wekî cafe, restoran hatin vekirin û hem trafîka wesayîtan û hem jî ya însanan zêde bû.

Welatî ji îro 1ê Hezîranê û pê ve, bêyî ku ji merciyên fermî destûrê bistînin, dê bikaribin biçin bajarekî din û ev yek jî bû sedem ku li otogaran qerebalixiyeke zêde peyda bibe.

Li gorî çavdêrîyan welatî bi armanca xweparastina ji şewba koronayê maske didin ber devê xwe û piştî ku herareta wan tê pîvan, dikevin otogaran û dikarin biçin bajarekî din.

Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, herî dawî 35 hezar û 600 test hatine kirin û 839 kesên din bi koronayê ketine û 25 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hejmara haletên tûşbûnê 163 hezar û 942 kes in û 4 hezar 540 kes jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 127 hezar û 973 kes jî baş bûne û çûne malên xwe

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin