Pistî ku Idlib ket destê HTSê Almanyayê alîkarî birî

Pistî ku Idlib ket destê HTSê Almanyayê alîkarî birî

PeyamaKurd – Piştî ku piraniya erdên parêzgeha Idlibê ket kontrola rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ango El Nûsraya berê, Wezareta Aborî û Geşepêdanê û Wezareta Derve ya Almanyayê projeyên alîkariyê yên bo Idlibê rawestandin.

Hat zanîn ku Wezareta Derve ya Almanyayê hemû proje û alîkariyên bo Idbilê rawestandine, lê Wezareta Aborî û Geşpêdanê jî projeyên 2019an ên bi qasî 17,4 milyon euroyan cemidandine.

Hat ragihandin ku projeyên Wezareta Derve yên hatine rawestandin bo Idlibê, nirxa wan 3,5 milyon euro dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin