Pistî operasyonê agir bi çiya ket

Pistî operasyonê agir bi çiya ket

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li gundê Barinê yê girêdayî navçeya Pasûr a Diyarbekirê piştî operasyona leşkerî agir bi çiya û erdên herêmê ketiye û her çi diçe şewat belav dibe.

Li gorî zanyariyan piştî derketina leşkeran bo operasyonê agir bi deverê ketiye ku şewat li qada dar lê hene belav bûye.

Herwiha kesên xwestine ji bo vemirandina şewatê bikevin tevgerê jî ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin û tîmên agirkujên şaredariya Diyarbekirê jî tevî agahdarkirina gundiyan jî ji bo vemirandina agir neçûne bi hawarê ve.

Hat zanîn ku şewat ber bi gund û Geliyê Godernê ve diçe û li derdorê belav dibe û hîn ti destwerdan nehatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin