NY: Baba Sêx gelekî hewl da birînên civaka êzîdî derman bike

NY: Baba Sêx gelekî hewl da birînên civaka êzîdî derman bike

PeyamaKurd - Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) ji ber wefata Rêberê Rûhanî yê Ola Êzidî Baba Şêx peyameke behîdariyê belav kir.

Di peyama UNAMIyê de hat gotin, Baba Şêx gelekî hewl da birînên civaka êzîdî ku sala 2014an rastî êrîşa hovane ya DAIŞê hatine û ji cih û warê dûr ketine derman bike. Lewma jî dê bîranîna wî her dem zindî bimîne.

UNAMIyê di peyama xwe de serxweşî da malbata Baba Şêx û tevahiya kurdên êzîdî û herwiha behsa hevdîtina par ya berpirsa UNAMI, Jeanine Plasschaert û Baba Şêx kir li ser navê Plasschaert wiha hat gotin:

“Ez par çûm ba wî. Me li ser arîşeyên êzîdiyan gotûbêj kir. Pir bi hêz û enerjî bû û bi dengekî aram êş û derdên êzîdiyan anî ziman. Ev qet ji bîra min naçe. Xwedayê mezin rehma xwe li wî bike.”

Baba Şêx doh li nexweşxaneyeke Hewlêrê ku tedawî dibû, di 87 saliya xwe de  koça dawî kir û termê wî îro li gundê Boza yê Şêxanê hat veşartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin