PeyamaKurd- Li navçeya Hezro ya bi ser Diyarbekirê de, bi danîna kemînekî muxtarekî tevî bavê xwe hatin kuştin û jina wî û kurê wî yê 7 salî birîndar bûn. Hat ragihandin ku muxtar berê bi sedema ku zavayê wî li xuşka wî tade dike û lêdixe, mirovên xwe şandiye Îzmîrê, li zavayê xwe daye lêdan û li ser wê ew jî tola xwe hildane.
Bûyer îro li dora nîvro çêbû. Muxtar Hasan Bıkmış, bavê wî Piresin, jina wî Emîne û kurê wî yê 7 salî yê bi navê Ahmed li ereba xwe siwar dibin û diçin lê kesên li hemberê wan, ji wan re kemînê datînin û bi sîlihên mezin li wan didin. Di encamê de muxtar û bavê xwe tên kuştin. Jina muxtar û kurê wî birîndar dibin.
Cenazê bav û ku bo otopsiyê hatin şandin bo nexweşxaneya Diyarbekirê. Birîndar niha tên dermankirin û li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin