PeyamaKurd – Rêveberiya Xweparêziya Hewlêrê diyar kir, wê li 5 navendên derzîkirinê derziya Pfîzer were bikaranîn.
Rêveberê Rêveberiya Xweparêziya Hewlêrê Serheng Cambaz daye zanîn, bere berpirsên kompanyaya Pfîzerê rê nedidan derziya Pfîzer li navendên pileya wan a sermayê di jêr 80yî re be lê were bikaranîn, lê piştî danûstendina ligel berpirsên kompanyayê ew dikarin di heyama 3 rojan de derziya Koronayê di navendên derzîkirinê yên pileyê sardxaneyên wan ji 80yî kêmtir e were bi cîkirin.
Herwiha Serheng Cambaz destnîşan kiriye, wê berê derziya Pfîzer bi tenê li 2 navendan bê bikaranîn û piştî cejnê wê li 3 navendên din jî derziya Pfîzer ji bo hemwelatiyan were bikaranîn.
Serheng Cambaz dibêje, wê hefteya bê derziya Pfîzer were Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin