PeyamaKurd - Tîmeke rojnamevanî ya Kurdistan24ê dema romalkirina nerazîbûnên welatiyên Kurd li dijî anîna Ereban bo Daqûqê, ji aliyê Polîsê Federal ê Iraqî ve hat desteserkirin.
Îro erebên ji derve hatine bi hevkariya hêzên Iraqî êrîşi Kurdên niştecihên navçeya Daqûqê ya bajaroka Xûrmatû ya Kurkûk kirin û car din xwestin dest deynin ser mal û milkên.
Tîma Kurdistan24ê ku ji bo şopandina wan buyeran li deverê bû rastî destwerdana hêzên Iraqî hat.
Hat ragihandin ku Polîsê Federalî yê Iraqê peyamnêrê K24 Soran Kamran û kameravanê K24ê Newzad Mehmûd desteser kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin