Polîsê Silêmanî: Em rê nadin di destê kesî de çekên bê mohlet hebin!

Polîsê Silêmanî: Em rê nadin di destê kesî de çekên bê mohlet hebin!

PeyamaKurd - Polîsê parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê, li ser aramkirina rewşa bajarê Silêmaniyê û rêgiriya hilgirtina çekên bê mohlet daxuyanî da.

Berpirsê ragihandin û pêwendiyên polîsê parêzgeha Silêmaniyê Neqîb Serkewt Ehmed di civîneke çapemeniyê de got, li ser erkdarkirina cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talabanî civînek li binkeya polîsê Silêmaniyê bi serpereştiya rêveberê polîsê Silêmaniyê û rêveberê hatûçûn û efserên payebilind pêk hatiye.

Neqîb Serkewt Ehmed da zanîn, civîn bi armanca dûvçûn ji bo çend karên neyasayî ku di nav bajarê Silêmaniyê de ji aliyê hin kesan pêk tê hatiye kirin û got, di civînê de biryar hatiye dayîn ‘Di heftiyekê de’ ji wan kesên ku camên otomobîlên xwe reş kirine, yan reqemên bê seretayî û sexte girêdane re hatiye dayîn ku wan binpê kirinan rabikin.

Herwiha hat diyarkirin ku hefteyek mohlet ji kesên, ‘ji aliyê hin kesan re rê ji wan re hatiye dayîn ku çek bê molet radikin û piştî ew hefte xilas bibe, em ê rêgiriyê li wan bikin û li gor yasayê em ê li gel wan tevgerê bikin.’

Berpirsê ragihandin û pêwendiyên polîsê Silêmaniyê got: “Bi ti awayî em çavê xwe nagrin ji ti kes û aliyekî re û armanca serekî jî rêkxistina nav bajarê Silêmaniyê ye, ku ti kesek li gor dilê xwe binpêkirinên yasayî neke.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin