Projeya 'Firecuriya Biyolojîk li Kurdistanê' hat ragihandin

Projeya 'Firecuriya Biyolojîk li Kurdistanê' hat ragihandin

PeyamaKurd - Bi amadebûn û serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û ji aliyê saziya "Kurdistan Foundation" ve, projeya stratejîk a "Firecuriya Biyolojîk li Kurdistanê" bi fermî hat ragihandin.

Di çarçoveya vê projeyê de malpera fermî ya binkeya daneyan (www.biodiversity.krd) hat vekirin da ku bibe çavkaniyeke zanistî û neteweyî ji bo lêkolîner, zanîngeh û saziyên jîngehparêziyê.

Li gorî daneyên projeyê yên beşê (Climate.KRD), heta niha li seranserê Herêma Kurdistanê 2 hezar û 252 cureyên zindî (1,408 cureyên riwekan û 844 cureyên ajalan) hatine tomarkirin û piştrastkirin.

Her wiha di merasîmê de pirtûka zanistî ya "Şîrdarên Herêma Kurdistanê" ku li ser bingeha lêkolînên meydanî hatiye amadekirin hat nasandin.

Mebesta sereke ya vê projeya demdirêj bilindkirina hişyariya jîngehê û parastina wan cureyên kêmpeyda ye ku bi metirsiya fênabûnê re rûbirû ne.