PeyamaKurd - Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi mebesta aktîvkirina posta Serokatiya Kurdistanê civiya û projeyasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê bi 89 dengan pesend kir.
Parlementoya Kurdistanê îro çarşemê (08.05.2019) bi mijara dengdana projeyasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya. Projeyasa bi dengê 89 parlamenteran hat qebûlkirin.
Li gorî destûrê Serokê Herêma Kurdistanê bi dengdanê tê hilbijartin. Li Parlamentoyê 111 kursî hene û ji bo Serokatiyê Herêmê bi kêmanî 56 deng divên.
'NAMZEDÊ PDKê NÊÇIRVAN BARZANÎ YE'
Tenê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê ve dê bê hilbijartin û wê serok du cîgirên xwe hilbijêrê û erk û desthilata wan bixwe diyar bike. Li gorî rêkeftina siyasî di navbera aliyên Herêma Kurdistanê ev post ji PDKê re hatiye veqetandin û namzedê wê jî Nêçîrvan Barzanî ye, ku niha Serokê Hikûmetê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin