PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di Lutkeya Serokan a G20an ku li Arjantînê birêve diçe de, li civîna BRICSê axaftinek kir.
Pûtîn derbarê êrîşa kîmyewî ya 24ê Mijdarê li Helebê hatibû kirin got ku divê êrîşa kîmyewî bê ceza nemîne.
Pûtîn diyar kir ku êrîş ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve hatiye kirin û bi wê êrîşa gaza klorê ya ser sivîlan agirbesta ligel çekdarên opozîsyonê hatiye binpêkirin.
Serokê Rûsyayê got, heger ew êrîşên terorê bê ceza bimînin dê milîtan êrîşên xwe berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin