PeyamaKurd - Berpirsê liqa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax da xuyakirin, hêzên PKKê û Heşda Şeibî ji Şingalê derneketine û ew tiştên ku dibêjin, tenê ji bo xapandina raya giştî ye.
Berpirsê liqa PDKê li Şingalê, Qadir Qaçax ji BasNewsê re axiviye û diyar kiriye, “Tê gotin ku rêkeftina Şingalê hatiye bicihanîn û hêzên ne qanûnî ji Şingalê derketine û aramî û asûdeyî hatiye Şingalê. Ev tişt hemû derew in ji ber ku ti guhertinek di Şingalê de çênebûye û her tişt mîna berê ye.”
Qadir Qaçax dibêje, “Ew tiştên ku têne gotin tenê bo xapandina raya giştî ye. Çimkî ne hêzên PKKê ji Şingalê derketine ne jî yên Heşda Şeibî, ne jî hêzên Iraqî di nav Şingalê de hene. Çekdarên PKK û Heşda Şeibî kincên hêzên Iraqî li xwe kirine û xwe veşartine. Beşek jî bi kincên sivîl hereket dikin.”
Berpirsê PDKê anî ziman ku ji ber wê jî heta niha metirsî li ser ax û xelkê Şingalê berdewam e û got, çimkî hêzên ne qanûnî li Şingalê ne û ti guhertinek çênebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin