PeyamaKurd – Bi navbeynkariya Encûmena Rûspiyên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Partiya Demokrat a Pêşverûya Kurd a Sûriyê û bi beşdariya hemû aliyên siyasî û kesayetên serbixwe û rûspiyên deverê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, piştî 54 salan, du malbatên xwîn di navbera wan de hebû, li hev hatin.
Her du malbatên Hecî Reşîd û Hecî Elî, piştî 54 salan, aloziya di navbera de jibîr kirin û dîsa li hev hatin.
Malbata Hecî Reşîd diyar kir, wan ev lihevhatin, bê şert û merc qebûl kirin û berî her kesî xwîn jibîr kirin û qerebû jî nexwestin.
Mijara heyf û tolhildanê li deverê, çandeke kevn û dîrokî ye û bûye sedema koçberiya gelek malbatên ku xwîn di navbera wan de çêbûye, ji ber vê yekê kesên navbeynkar dibêjin; ev lihevhatin gaveke ber bi parastina jiyana aştiyane û rakirina van adetên kevn e, ku bandora wan a neyênî li ser civakê heye.
Hemû pêkhateyên beşdar, tekezî li berdewamiya gavên bi vî rengî kirin û destnîşan kirin, pêwîstî bi destpêşxeriyên wiha heye, nemaze di rewşa niha ya Sûriyê de ku bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin