Qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Wanê hat kirin

PeyamaKurd – Piştî ku Dadgeha Diyarbekirê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî, polîsan di roja 5an de bi ser nobeda ku li ber şaredariya Wanê hatibû destpêkirin, girt û gelek kes binçav kirin û qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Wanê jî hat kirin.
Çalakiya nobedê ya ku li ber şaredariyê li dijî cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatibû destpêkirin di roja 5an de didomiya, polîsan saet di 04:00 de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Polîsan gaza rondikej bi kar anîn û derî û camên şaredariyê şikandin. Polîsan di avahiya şaredariyê de tundî û şidet li gelek kesên di avahiyê de kir. Siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Dogan Hatûn ji paş ve kelepçe kirin û binçav kirin
Yek ji kesên ku hatin binçavkirin jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Dogan Hatûn bû. Polîsan ew ji paş ve kelepçe kirin û bi wî awayî binçav kirin. Lê piştî demeke kurt hate berdan.de gelek kes hatin binçavkirin.
5 rojnameger hatin binçavkirin
Di serdegirtina bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de, nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş û rojnameger Medîne Mamedoglû û Behçet Bayhan jî ku geşedanên li ber deriyê şaredariyê dişopandin hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku polîsan şidet û tundî li rojnamegeran jî kiriye.
Zeydan teblîxata xwe ya bidûrxistina ji kar îmze nekir
Polîsan ji Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan xwest ku teblîxata Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Tirkî îmze bike ku pê tekez dibû ku ji karê xwe hatiye bidûrxistin. Zeydan diyar kir ku ew vê biryarê nas nakin û îmze neavêtê.
Lê saet 6an li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û tê bi vî awayî ragihand ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin:
“Dizên bêşerm îradeya gelê Wanê xesp kir. Darbekar dê têk biçin, gel dê bi ser bikeve.”
Her weha rêxistina DEMê ya Wanê jî bi daxuyaniyekê bang kir her kes saet 13:00ê li Parka Feqiyê Teyran a bajêr bicive.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




