Qubad Talabanî sedema kenîna Papa ya dema pêswazîkirinê eskere kir!

Qubad Talabanî sedema kenîna Papa ya dema pêswazîkirinê eskere kir!

PeyamaKurd -  Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ku di merasîma pêşwazîkirina Papa Francis de amade bû, di dema bixêrhatinê de sedema ken û bişirîna Papa ligel wî eşkere kir.

Qubad Talabanî li ser twitterê li ser dîmenên dema pêşwazîkirinê yên dema bixêrhatina Papa de got ku wî bi zimanê Îtalî bixêrhatina Papa Francis kiriye û ji ber wê keniya ye.

Talabanî dibêje; “Ew a ku Papa pê dilxweş bû, dîtina min bû yan jî şêwazê Îtaliya min bi wî ecêb hat.”

Papa Francis li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê îro Yekşemê bi merasîmekê hat pêşwazîkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serok Mistefa Seyid Qadir, Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî û Sekretera Parlemena Kurdistanê Muna Qehweçî beşdarî pêşwazîya yekem a Papa bûn.

Papa Francis piştre jî bi Serok Mesûd Barzanî re civiya û Papa ji Serok Barzanî re ragihand, “We di dema êrîşa DAIŞê de Krîstiyan parastin. We wek bira pêşwazî li birayên xwe yên Krîstiyan kir” û spasiya Serok Barzanî kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin