Sûriye: Vebijarka leskerî jî tê de, hemû alternatîf pêkan in

Sûriye: Vebijarka leskerî jî tê de, hemû alternatîf pêkan in

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el Muelim ragihand ku ji bo rizgarkirina Girên Golanê ya di  destê Îsraîlê de, vebijarka leşkerî jî tê de, hemû alternatîf pêkan in.

Wezîrê Derve yê Sûriyê el Muelim amaje kir ku dê dawî li desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê were û got,“mafê me yê serweriyê li Golanê sabit e û bi derbasbûna demê re ev mafê me ji holê ranabe. Dê tevahiya xaka Sûriyê ya di bin dagirkeriyê de bê rizgarkirin.”

Li ser pirsa rojnamegerekî ya ‘gelo vebijarka leşkerî jî heye yan na?’ Muelimî got, “Wekî ku berê jî min anî zimên, hemû vebijark pêkan in. Mijar eşkere ye, me vebijarka leşkerî jî ji nava vebijarkan dernexistiye.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Sûriyê el Muelim da zanîn ku Amerîka derbarê vekişandina hêzên xwe de ji Sûriyê ne rastgo ye û hebûna hêzên Amerîka li Sûriye ne yasayî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin