Almanya li ser Sûriyê biryara xwe da

Almanya li ser Sûriyê biryara xwe da

PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel biryara xwe da. Wê Almanya tevli ti êrîşeka hewayî nebe.

Merkel bi eksa serokê Amerîka û Fransayê,wê tevli êrîşên hewayî nebe lê dibêje: “Divê her tedbîr bên sitendin.”

Merkel weha dewam kir: “Em di rakirina çekên kîmyewî yên Sûriyê de gelek xebitîn.Lê em dibînin bi temamî nehatiye îmhakirin. Niha divê em temamên tedbîran bidin ber çav. Em ê nekevin ti tevgereka leşkerî lê ji bo nîşandana ku wê bikaranîna çekên kîmyewî bi ti awayî neyên qebûlkirin, em bo her xebatê amade ne.”

Merkel ragihand ku bi serokê Fransayê bi Macron re her tim di nava têkiliyê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin