Îsraîl li balafirgeha Samê xist

Îsraîl li balafirgeha Samê xist

PeyamaKurd- Balafirên şer yên Îsraîlê bi fuzeyan li balafirgeha Şamê xist. Lê Şam, bi rêya ajansa fermî ya SANA yê ragihand ku bi sîstema xwe ya parastina hewayî fuzeyan îmha kiriye. Do bi şevê, li dora 21.50yan li Şamê teqîneka mezin çêbûbû.

Berpisekî leşkerî mijarê weha ragihand: “ Sîstema parastina hewayî ya Sûriyê êrîşên ku ji aliyê Îsraîl de bi fuzeyan hatin kirin, bê tesir hişt û çend fuzeyan xist. Di êrîşê de mirî an birîndar tinene lê xesara maddî heye.”

Li aliyê dinê hat gotin ku balafireka kargo ya Îranê li balafirgeha Şamê bû û Îsraîlê lê daye. Hem tê gotin ku Îsraîl li Kuteyfa û Nechayê, li baregehên leşkerî û depoyên muhîmmatê yên Îranê daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin