PeyamaKurd - Hhikûmeta Iraqê deng li ser biryara qerebûkirina kesên qurbanîyên vîrusa Koronayê yên karmendên Wezareta Tenduristiyê û Jîngeha Iraqê da.
Hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir, li ser pêşniyaza Wezîrê Tenduristî û Jîngehê Hesen Temîmî, biryara qerebûkirina kesên qurbaniyên vîrusa Koronayê yên karmendên Wezareta Tenduristî û Jîngehê li ser danîna mîqdarek pere ji bo xizmên wan qurbaniyan hatiye standin.
Li gorî vê biryarê, wê hikûmet nas û xizmên wan kesên karmendên tenduristiyê yên ji ber koronayê koça dawî kirine bi mîqdarek pere qerebû bike.
Hat diyarkirin ku wê 1 milyon dînar ji bo nas û xizmên wan kesên karmendên tenduristiyê bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin