PeyamaKurd – Balyozê Brîtanyayê yê Hewlêrê James Thornton êrîşa PKK ê ya bo ser hêzên Pêşmerge şermezar kir. James Thornton, li ser êrîşa PKK ê bo ser Pêşmergeyan ku di êrîşê de 5 Pêşmerge şehîd ketin û 7 Pêşmerge birîndar bûn, di ser hesabê xwe yê Twitterê de şermazar kir û weha got:
“Êrîşa îro ya PKK ê bo ser hêzên Pêşmerge ku tê de 5 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û gelek Pêşmerge birîndar bûn, ez wê êrîşê şermezar dikim. Bo malbatên jiyana xwe ji dest dane taziyeyên xwe dişînim.”
Hêzên PKK ê vê sibê li Duhokê li navçeya Amediyê ew hêzên Pêşmerge ku diçûn Çiyayê Metîna bo wezîfa xwe, êrîş biribû ser wan. Di êrîşê de 5 Pêşmerge şehîd ketibûn û 7 Pêşmerge birîndar bûbûn.
Wezareta Pêşmerge ragihand ku êrîş bi roket û sîlihên giran hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin