PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Heyet Tehrîr Şama li Sûriyê jî li lîsteya terorê hatiye zêdekirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat diyarkirin ku El Nûsrayê xwe ji nû ve birêxistin kiriye û navê Heyet Tehrîr Şamê li xwe kiriye, hevpeymanên xwe yên din jî di bin vî navî de kom kirine.
Herwiha hat destnîşankirin ku Wezareta Derveyî Heyet Tehrîr Şam wek beşa terorîstên biyanî yên Nusrayê li lîsteyê hatiye zêdekirin.
Di daxuyaniyê de îfadeya Kordînatora Mucadeleya Dijî Terorê Nathan Salesê jî cih digire ku dibêje El Qaîdeya terorîst bi navguherandinê nikare Amerîkayê bixapîne û çi navî li xwe dike bila bike nikare xelas bibe.
Herwiha hat ragihandin ku Nûsrayê ji bo gihîştina hedefên xwe navê Heyet Tehrîr Şam hildaye lê belê ew jî wek Nûsrayê li lîsteya terorê hatiye zêdekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin