ENKS bi Mihail Bogdanov re li Mosko civiya

ENKS bi Mihail Bogdanov re li Mosko civiya

PeyamaKurd- Konseya Kurd ya Netewî ya Sûriyê li payîtexta Rûsyayê li Moskovayê bi cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê bi Mihail Bogdanov re civiya. Serokatiya heyeta Kurd serokê komîta karên derve ya ENKS ê ku di heman wextê de endamê Komîta Destûra Sûriyê ye Kamûran Haco, endamê komîsyona karên derve Îbrahîm Biro û Îsmaîl Hassaf hebûn. Piştî hevdîtinê Kamûran Haco bo K24 ê weha ragihand:

“Rola Rûsyayê li temamê Sûriyê heye. Bi taybetî piştî hêzên Rûsyayê derbasî rojavayê Kurdistanê bûn, rola Rûsyayê ji aliyê mesela Kurdan de bêhtir girîng bûye. Sedema seredana me ya Moskovayê bo dahatûya rojavayê Kurdistanê ku muzakereyan bikin. Em li ser mijara lihevkirina Rûsya û Tirkiyê de, wê çi bandorê li Kurda bike jî axifîn.”

Haco got ku wan behsa rola Kurdan di dahatûya Sûriyê de, halê Efrînê û di destûra Sûriyê de garantîkirina mafên Kurdan hatine axftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin