PeyamaKurd- Li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê jimara miriyên kovid-19 ê îro 89 kes bûn. Bi tevahî jimara miriyan giha 3 hezar û 81 kesî. Jimara kesên ku îro bi nexweşînê ketine 2 hezar û 936 in. Bi tevahî kesên heya niha bi nexweşînê ketine 117 hezar û 589 in. Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê twitterê de tablo ya Kovid-19 ê belav kir. Li gor tabloyê rêje ya Tirkiyê weha ye:
991.613 heb test heya niha hatine kirin.
117.580 kes bi tevahî bi kovid-19 ê ketine
3.081 kes heya niha mirine
1.574 kes di beşa hûrlênêrînê de ne
831 kes bi cîhazan ve girêdayîne
44.022 kes heya niha baş bûne
43.498 test îro hatine kirin
2.936 kes îro bi nexweşînê ketine
5.231 kes îro baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin