Amerîka çekan difrose Ûkraynayê

Amerîka çekan difrose Ûkraynayê

Rêvebiriya Amerîka wê bi bihayê 47 mîlyon dolara 210 fuzeyên li dijî tankan û 37 alavên ku pê fuze tên avêtin bifroşe Ûkraynayê.

Di peyama nivîskî ya Ajansa Parastin û Ewlekariyê de dibêje ku firotina çekan ji aliyê wezareta derve ya Amerîka de hatiye qebûlkirin û hatiye sewqkirin bo Kongreya Amerîkayê. Marka fuzeyan ya bi navê Javelin û alavên ku pê fuze tên avêtin bi heman navê ne. Di nava miqdarê peran de heqqê desteka teknîkî, perwerde û neqliyê jî heye.

Di beyana Amerîka de dibêje: “Sîstema Javelin bo bêhna Ûkraynnayê derê, wê bibe alîkar. Bi taybetî bo demeka dirêj. Van alavan wê nîzama basît ya leşkerî ya Ûkraynayê xerab neke.”

Van alavên ku Ûkrayna ji Amerîka dixwaze, Amerîka dikare ji stokên xwe yên niha amade bike û ji wan re bişîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin