Du Êzîdiyên ku ji aliyê IŞÎDê ve hatibûn revandin, hatin xilaskirin.
Di derbarê mijarê de berpirsê “Ofîsa Xilaskirina Êzîdiyan” ya Duhokê Huseyn Kourou daxuyaniyek da got ku du Êzîdiyên ku ji aliyê IŞÎDê ve hatibûn revandin, hatin xilaskirin.
Huseyn Kourou wiha berdewam kir: Yek ji van kesan ji gundê Koço, yê Êzîdiyan e û 19 salî ye, ya/yê dî jî ji Gir Uzêr e û 17 salî ye.
Di derbarê nav û navnîşana wan û cihên ku jê hatine xilaskirin de ti agahî nehatin dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin